Kurdish (Kurmancî)

DEMA KU HÛN JI HÊLA XEBATKARÊN OFÎSA KOÇBERAN VE HATIN RAWESTANDIN, HÛN Ê ÇI BIKIN

Ger ku hûn ji hêla polêsan ve an jî xebatkarên ofîsa koçberan ve li kolanê hatin rawestandin û di derbarê statûya we ya koçberiyê de hat pirsîn:

* Hûn NE mecbûr in bersiva pirsên wan bidin.
* Hûn NE mecbûr in nav û navnîşana xwe bidin wan.
* Ji wan re bibêjin, ez naxwazim bi we re biaxivim.
* Li hemberî wan rêzdar bin, lê bi xwe bawer bin.
* Hûn dikarin ji wir dûr bikevin.

Mafê wan tune ye ku ji ber nîjada we, we rawestînin. Tenê dikarin ji ber sedemeke girîng we rawestînin. Ger ku we ji ber nîjada we û zimanê we yê ku hûn diaxivin bigirin, ji wan re vê bibêjin;

 “This is racist”. “This is illegal”. “I will make a complaint”.
(“ev nîjadperest e”. “Ez neqanûnî ye”. “Ez ê gilî bikim”.)

Ger ku we bixin binçavan, li koma serbixwe Bail for Immigration Detainees (ji girtiyên koçber re azadî) bigerin: 020 7247 3590